Xwepêşandanên li Etyopyayê 166 kuştî, 167 birîndar û 1084 kes jî hatine girtin

Piştî kuştina dengbêjê bi navê Haşalo Hondîsa, li Etyopyayê xwepêşandan tên lidarxistin, di xwepêşandanan de heta niha 166 kes hatine kuştin û 167 birîndar bûne.

Haşalo Hondîsa yê ji rêgeza Oromo, hefteya borî bi guleyên çekdarên nenas, li Edîs Ebaba ya paytext hat kuştin, piştî kuştina wî xwepêşandanên tund li seranserî welêt dest pê kir.

Polîsê Etyopiyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li devera Oromya 145 sivîl û 11 endamên hêzên ewlekariyê, li Edîs Ebaba jî 8 sivîl û 2 ji hêzên ewlekariyê, hatin kuştin.

Li gorî polîsê Etyopyayê, xwepêşandan niha bi temamî rawestiyane.

Îna borî serokwezîrê Etyopyayê Abî Ehmed, bêyî ku wan bi nav bike, hin alî bi derxistina tevliheviyan li welêt tawanbar kiribû û soza dadgehkirina wan dabû.

Back to top button