SÎSÎ: LI DIJÎ DAIŞ’Ê EM BI ISRAÎLÊ RE DI NAVA HEVKARIYÊ DE NE

Serokkomarê Misrê Es Sîsî diyar kir ku ew li derdora çola Sîna yê ji bo dawî-anîna li çeteyên DAIŞ’ê bi Israîlê re di nava hevkariyê de ne.

Serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sîsî têkildarî şerê wan yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li çola Sînayê ji televsiona Emrîkî CBS re axivî.

Abdulfetteh es Sîsî diyar kir ku wan li herêma çala Sîna oparasyonek berfireh li dijî çeteyên DAIŞ’ê da ye despêkirin.

Li ser pirsa ‘Demekê dinavbera we herdu dewletan de şerekî dijminane hat kirin, gelo ev alîkarî weke nêzîkbûnekê nayê şîrovekirin’ jî Sîsî ev bersiv da.

Erê raste. Em bi Israîl re di nava hevkariyeke berfireh de ne.

Artêşa Misri li nîvgrava çola Sîna li dijî hezar çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe.

Ji bo vê yekê jî destur ji bo êrîşên hewayî yên Israîlê hatiye dayîn.

Leave a Reply

Back to top button