Bi dîmen..Helîkopterên Tirkiyê Girê Dûpişk ê Heftanînê bombebaran kir

Helîkopterên dewleta Tirk a dagirker ji şevê din ve bi dijwarî Heftanînê bombebaran dikin. 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, helîkopterên dewleta Tirk ji şevê din ve bi awayekî dijwar Girê Dûpişk ê Heftanînê bombebaran dikin.

Di dîmenan de jî xuya ye dewleta Tirk heremên nêzê qadên sivîlan bombebaran dike.

Her wiha li Girê Şehîd Adar, Şehîd Sîpan, Xantûr û herêmên din ên Heftanîn jî pevçûnên dijwar di navbera gerîla û leşkerên Tirk ên dagirker de heye.

Têkildarî encama êrîşê hîn ti zanyariyek bi dest neketiye.

Beriya niha Iraqê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk hêzên xwe li Heftanînê bi cih kiribû.

Back to top button