Rêveberiya Xweser ragihand ku ji 13″ê vê mehê de, wê hemû dergehên sînor bi temamî werin girtin.
Di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa Coronayê de, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî bi biryara hejmar 70, careke din hinek tedbîrên xweparastina li dijî vîrûsa Coronayê ragihand.
Li gorî biryarê:
1- Ji Duşemê/ 13’ê Tîrmeha 2020’an ve, wê hemû dergehên sînor bi temamî werin girtin.
2- Ji vê dîrokê û şûn de, hemû rewşên mirovî yên derbasî herêmên Rêvberiya Xweser bibin, wê heya 14 rojan bikevin jêr çavdêriya tenduristî.
3- Ji ber vîrûsa Coronayê, wê cenazeyên ji derveyî welêt neyên derbaskirin.
4- Divê gel li mizgeft, dêr, konên eza, dawet û kombûyînên mezin dûrî hev bikevin.
5- Ev biryar ji bo xwendekarên xwedî ezmûn ne derbasdar e, lê divê hemû tedbîrên pêwîst werin girtin..