Di şerê 48 saetên dawî de, 44 çete û leşkerên hikumetê hatin kuştin

Di şerê 48 seatên dawî yên navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên Hikumeta Şamê de, zêdetirî 44 kesan ji her du aliyan hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê berî du rojan êrîşî baregehên hêzên Hikumeta Şamê yên li derdora bajarê Sexina yê gundewarê Himisê kirin.

Di encama êrîşên çeteyan de, şer di navbera her du aliyan de derket û hê jî dewam dike.

Balafirên Rûsyayê jî êrîşên hewayî li dijî çeteyan pêk tîne.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku di encam şerê di navbera her du aliyan de 26 çete û 18 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Tevî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî, hîna êrîşên wê li çolistana Homsê dewam dike.

Çete carcaran êrîşên xwe li dijî baregehên hêzên Hikumetê û dezgehên petrol û xazê pêk tîne.

9’ê Nîsana borî, çeteyên DAIŞê êrîşek li dijî leşkerên Hikumetê li bajarê Sixna pêk anîbû û 27 leşker hatibûn kuştin.

Back to top button