Artêşa Tirk a dagirker erebeyek li ser rêya M4 a nêzî navçeya Eyn Îsayê hedef girt û ciwanek birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker erebeyeke sivîl li ser rêya M4 a nêzî gundê Hoşan ê di navbera bajarokê Çelebiyê û Eyn Îsayê de hedef girt.
Di êrişê de ciwanek birîndar bû.
Birîndar li nexweşxaneya Eyn Îsa tê dermankirin.