Rêveberiya Kampa Girê Spî 250 kon li malbatan belav kir

Îro 170 malbatên din derbasî kampa Girê Spî ya koçberan bûn.

Her wiha Rêveberiya kampê ji bo koçberan 250 kon wergirtin û li malbatên ku bê kon bûn belav kir.

Niha rêveberiya Kampê nîqaşa berfirehkirina qada kampê dike da ku karîbe zêdetir koçberan pêşwazî bike.

 

Rêveberiya Kampa Girê Spî beriya demekê, tevî tunebûna konan jî 57 malbatên koçber pêşwazî kirin û ew li kampê re bi cih kirin.

Îro jî rêveberiya Kampê 170 malbatên din derbasî kampê kirin.

Rêveberiya kampê bi hevkariya Komseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan 250 kon li wan malbatan belav kirin.

Koçberê ji bajarê Girê Spî Heysem Mislim spasiya rêveberiya kampê kir ku kon ji malbata wî re peyda kir.

Piştî ku 250 kon li koçberên nû hatin belavkirin, rêveberiya kampê qonaxa duyemîn a avakirina kampê bi dawî kir.

Niha jî Rêveberiya kampê ji bo hîn zêdetir pêşwaziya koçberan bike, hewldana berfirehkirina kampê dike û bi vê yekê wê dest bi qonaxa sêyemîn jî bike.

Endamê rêveberiya kampê Elî Neda da zanîn ku piştî 250 kon, kel û pelên wê hatin belavkirin, îro qonaxa duyemîn a avakirina kampê bi dawî bû.

Elî Neda got ew niha hewldana berfirehkirina kampê dikin.

Bi vê yekê hîn zêdetir wê pêşwaziya koçberan bikin, ji ber ku koçber zehmetiya Qanûna Qeyser a ku li dijî Sûriyê bi giştî hatiye ferzkirin, dikişînin.

Kampa Girê Spî 22’yê Çileya 2019’an ji bo koçberên Girê Spî hat avakirin.

Di kampê de 3 hezar û 534 koçber dijîn, lê ev serjimar malbatên di demên dawîn de hatine kampê, nagire nava xwe.

Ji ber ku hîn sicilên wan nehatine tomarkirin.

Back to top button