GELÊN LI EWROPYAÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA TECRÎDÊ DAKETIN QADAN

Gerava birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger ya li Strasborga Feransayê ket roja 21’an.

Nûnerên saziyan û welatparêzên Kurdan serdana çalakvanên gerava birçîbûnê ya li Strasborgê kirin.

Li Parîsê jî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan meşek hat lidarxistin.

Li aliyekî din rêxistina jinan ên Swîsreyî jî destek dan çalakiya gerava birçîbûnê ya Leyla Guven.

Gerava birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan ku li Strasborgê ya Feransayê ku ji 17’ê Kanûna 2018’an destpêkirî di roja 21’an de ye.

Gelek nûnerên saziyên Elewî, bi sedan Kurdistaniyên ji 6 welatên cuda yên Ewropayê serdana çalakgerên li Strasborgê kirin.

Mehmet Demîr ku seroketî ji Federasyona Komeleyên kurd (YEK-KOM) re kiribû û ji parêzerê Rêber Ocalan Mahmût Şakar jî serdana çalakgeran kirin.

Di çalakiyê de Demîr axivî û wiha got;

Ez pê bawer û pişterast im ku wê çalakvan di çalakî û têkoşîna xwe de serkeftî bin.

Parêzerê Rêber Ocalan Mahmût Şakar jî ev tişt anî ziman;

Şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan rêya ber bi azadiyê ve ye.

Ev yek jî tê wateya azadiya gelê me, ji lewre em van çalakiyan hêja û dîrokî dibînin.

Ji nivîskarên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Cafer Tar jî anî ziman ku

Sekna serbilindî ya bi greva birçîbûnê re hate nîşandan wê pêl bi pêl belav bibe û gel hîn bêhtir nêzî azadiyê bike.

LI BAJARÊ DRANCYÊ TECRÎD BI MEŞEKÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Kurdistanî û dostên xwe li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên gerava birçîbûnê re meşek li dar xistin.

Çalakgeran ji ber avahiya NCDK’ê ya Drancyê dest bi meşê kirin.

Di meşê de slogana bijî berxwedana Leyla û azadî ji Ocalan re hatin qêrîn.

Kurdistaniyên ku meşiyan ji bo berxwedêran banga xwedîderketinê kirin.

RÊXISTINA JINAN ÊN SWÎSRAYÎ DESTEK DAN ÇALAKIYA LEYLA GUVEN

Li aliyekî din rêxistina jinan ên Swîsreyî jî bi peyamekê destek dan çalakiya gerava birçîbûnê ya Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dabû destpêkirin.

Komîteya amadekar a gerava jinên Swîsreyî, meclîsa jinan a Bêrîtan û komîteya pira xwişk û biratiyê ya Zurîch Amedê jî di nav de li ser êşkence û binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê nameyek ji Konsolosxaneya Tirk re şand.

Gerava birçîbûnê ya jinan jî wê di 14’ê Hezîranê de li tevahiya Swîsreyê despê bike.

Leave a Reply

Back to top button