HPG: Li Heftenîn û Çelê 13 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîlayên HPG’û YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber berdewam dikin. Gerîlayan careke din li Heftenînê û Çelê ya Colemergê derbeke giran li artêşa dagirker da.

HPG’ê ragihand ku li Heftanînê û Çelê di encama çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker de, 13 leşker hatin kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên di 2 û 5’ê Tîrmehê de 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin;

“2’ê û 4’ê Tîrmehê hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyên sûîqestê kirin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

3’ê û 4’ê Tîrmehê de hêzên me yên YJA Starê li mintiqeya Tepê Tunelê yê qada Şeşdarayê, li dijî dagirkeran rêzeçalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

5’ê Tîrmehê (îro) saet di 02:30’î hêzên me li qada Tepê Dupişkê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Îro saet di 06:00 û 07:00 de hêzên me li dagirkerên li qada Tepê Dupişkê xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li yekîneya dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Îro saet di 06:40’î de hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Tepê Sor a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper û çekeke giran a A4 hatin rûxandin, 4 leşkerên dijmin jî hatin kuştin.”

Di daxuyaniya HPG’ê de li ser êrişên hewayî yên 4’ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin, agahî hatin dayin. Li gorî daxuyaniyê 4’ê Tîrmehê qada Dirê ya herêma Avaşînê, qada Derarê ya herêma Metîna û qadên Goşinê û Kolit ên herêma Xakurkê bi balafirên şer ên Tirk hatin bombekirin. Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehat.

Back to top button