Li herêmên hikûmeta Şamê 20 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku 20 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Her wiha Wezaretê diyar kir ku 3 kesên din ku bi vîrusê ketibûn, jiyana xwe ji dest dan û bi vê yekê re hejmara miriyan bû 13.
Li gorî daxuyaniyê heta niha li herêmên Hikûmeta Şamê 358 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.
Duh jî 10 kes bi vîrûsa Coronayê ketibûn.