Li bajarê Efrîna dagirkirî, îro di encama teqîna erebeyekê de kesek mir, kesekî din jî birîndar bû.
Çavkaniyên ji herêma Efrînê a dagirkirî ji ajansa Hawarê re ragihand ku li ser riya Raco ya li bajarê Efrînê mayinek bi erebeyekê ve teqiya.
Di encama teqînê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Çavkaniyan dan zanîn ku ti agahî derbarê nasnameyên her du kesan de nehatin bidestxistin.
Heta niha ti kesî an jî aliyan teqîn ne-girtiye ser xwe.