Rêveberê dibistanan karname li ser xwendekarên Kobanê belav kirin

Îro li herêma Kobanê kar-nameyên xwendekarên dibistanan hatin belav kirin.

 

Mamosteyên dibistana şehîd Seydo ya li Kobanê karnameyên xwendekarên refa seretayî li ser wan belav kirin.

Xwendekarên dibistanê kêfxweşiya xwe ji girtina karnameyan re anîn ziman û spasiya mamosteyên xwe ya ji bo keda wan kirin.

Di heman demê de ev xwendekar xewn û xeyalên xwe jî bi kêfxweşî dibêjin.

Mamoste Mizgîn Mihemed diyar kir ji ber rewşa vîrûsa korona par perwerde baş nehat dîtin û hin zehmetî derketin.

Back to top button