Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo diyar kir ku wê Kargeha zuhakirina garisê zer li Reqayê di demeke nêzî de bikeve xizmetê û di saetekê de 45 ton berhem bide.
Barûdo da zanîn ku girêbest di navbera cotkarên garisê zer û Saziya Zêdekirina Tov de heye.
Li gorî girêbestê, cotkar wê tov û sedamê ji dema çinînê heta radestkirina şirkete, werbigirin.
Li gorî plana çandiniyê jî, wê rûbera çandina garis berfireh bibe û wê ji aliyê komîteyên çandiniyê ve, li her herêmekê were diyarkirin.
Barûdo plana desteyê ji bo mûsimê çandiniyê yê zivistanî jî eşkere kir û got:
“Ji bo xirbalkirin û paqijkirina tovan, wê navendên depokirinê werin amadekirin û ji destpêka Cotmehê ve, wê radestî cotkaran werin kirin.
Çotkarên dixwazin bi Saziya Zêdekirnina Tovan re girbestê çêbikin jî, wê tov û semad bi deyn li wan werin belavkirin heya berhem werbigirin û deynên xwe bidin.”
selman barûdo: kargeha zuhakirina garisê zêr li reqayê tê vekirin