“Polîsên AKP’ê jineke Efrînî ‘ducanî’ li Stenbolê girt”

Polîsên AKP’ê jineke Efrînî ya ducanî li nexweşxaneyeke Stenbolê girt.. Hat ragihandin ku, beriya niha bavê heman jinê di bin êşkenceya komên çete de hatibû kuştin..

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, jina bi navê Zeyneb Neisan a ji Cindirêsê, di dema pelkên zayînê li nexweşxaneyê îmze dikir de, hatiye girtin..

Heman navendê diyar kir ku, 2 Tîrmeha 2018’an bavê Zeyneb Mihemed di 55 saliya xwe de bi êşkenceya komên çete hatiye kuştin..

Back to top button