Almanya: Hebûna Tirkiyê li Rojava ne rewa ye

Hikumeta Alman yekem car û bi rengekî eşkere ragihand, ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê ye.

Hikumeta Federal a Alman piştî du salan yekem car bi daxuyaniyekê û bi zimanekî zelal eşkere kir ku ew li dijî hebûna dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ne.

Ev daxuyanî piştî pêşnûmepirsa Partiya Çep a li ser têkiliyên bi Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûrî û razemeniyên li herêmê hate dayîn, hat.

Şêwirmenda Wezareta Pêşveçûnê ya Federal Marîa Flachsbarth bersiv da pêşnûmepirsa Partiya Çep û hebûna Tirkiyê ya li herêmê rexne kir.

Marîa got:

“Hebûna Tirkiyê ya li herêmê li gorî qanûnên navneteweyî ne qanûnî ye.”

Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Somme, bersiva hate dayîn erênî dît û got:

“Gaveke girîng e ku yekem car bi dengekî bilind tê gotin ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne rewa ne.”

Back to top button