Xalid Mehcûb: Di demeke nêz de, çend êrîşên din li ser baregehê tên kirin

Piştî êrîşên hewayî li ser baregeha Wetiya ya leşkerî ku hêzeke dewleta Tirk lê bi cih dibe, berpirsekî artêşa niştimanî, diyar kir ku wê di demeke nêz de, çend êrîşên din li ser heman baregehê bên kirin. Her wiha piştî serdana Hulusî Akar ya li Terablusê jî, li gelek bajarên Lîbyayê, li dijî destwerdana dewleta Tirk, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Piştî mikurhatina Enqere li rûxandina pergaleke xwe ya parastina asmanî di êrîşa li ser baregeha Wetiya de, berpirsê artêşa niştimanî Xalid Mehcûb ragihand ku di demeke nêz de, wê çend êrîşên din jî li ser heman baregehê bên kirin.

Xalid Mehcûb li ser êrîşa baregeha Wetiya ji ragihandinê re axivî û got:

Tirkiye dixwaze petrola Lîbyayê desteser bike û niha em di cengeke rasteqîn a li dijî dewleta Tirk de ne.

Mehcûb eşkere kir ku, hemxwextî êrîşên li ser baregeha Wetiya, karwaneke leşkerî jî ku berê wê li devera kevana petrolê bû, hat armanckirin û jimareke alav û maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk hat jinavbirin.

Berpirsê artêşa niştimanî diyar kir ku 9 êrîşên asmanî li ser baregeha Wetiya pêk hatin û teqez kir ku ew niha, hûrguliyên vê êrîşê bi temamî eşkere nakin.

Li gorî çavkaniyan, di van êrîşan de, çend serkirdeyên MIT’a Tirk birîndar bûne û ew bi firokeyan veguhastine nexweşxaneyên Terablusê û hin jî şandine Tirkiyê.

Li Benxazî, li dijî destwerdana Tirkiyê, xwepêşandan hatin lidarxistin

Li aliyekî din, duh bi hezaran welatiyên Lîbî, li Benxazî û hin bajarên din, li dijî destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê daketin qadan.

Xwepêşanderan diruşmeyên ”Lîbya serî ji dewleta Yirk re natewîne”, ”na ji firotina Lîbyayê re” û ”Lîbya gora Osmaniyên dagirker e” berz kirin.

Ev xwepêşandan weke bertek li dijî serdana wezîrê parastinê Hulusî Akar û serokkerkanê Tirkiyê Yaşar Gular bo Terablusê, her wiha li dijî daxuyaniya Akar ku gotibû ew ê heta hetayê li Lîbyayê bimînin, hatin lidarxistin.

Li ser vê serdanê jî, parlamenterê Lîbî Elî El-Tikbalî da zanîn ku dîmenê wezîrê Tirkiyê û serokkerkanê wê di hindirê baregehên leşkerî yên Lîbî de, li gel efserên Tirk ku nexşeyên Lîbyayê li pêş wan in, weke gaveke bi-plan ji bo mayîndekirina hebûna Tirkiyê li Lîbyayê, tê nîşandan.

Parlamenterê Lîbî, bi tundî, payebûna Tirkî ku di vê serdanê de eşkere bû, rexne kir.

Back to top button