Li Mozambîkê 8 kes hatin kuştin û 3 jî wenda bûne

Li Mozambîkê, di encama êrîşeke çekdarî li ser şirketeke petrolê de, 8 karmend hatin kuştin.

Şirketa Finix bi daxuyaniyekê ragihand ku, li parêzgeha Kapo Dilgado ya li bakurê Mozambîkê, 5 çekdaran êrîşî maşîneyeke wan kir.

Şirketê eşkere kir ku di vê maşîneyê de 14 karmend hebûn, 8 ji wan hatin kuştin û 3 jî heta niha wenda ne.

Ji sala 2017’an ve, li dijî desthilata Mozambîkê, hêzeke çekdar li bakurê welêt hatiye avakirin, ku carcaran êrîşan pêk tîne û di encama van êrîşan de heta niha bêhtirî hezar kes hatine kuştin.

Li gorî rêxistina Aklîd jî, ji 2017’an heta niha, di encama êrîşên çekdarî de, bêhtirî hezar û 300 kes hatine kuştin û nêzî 200 hezarî jî koçber bûne.

Back to top button