jinên enternasyonalîst bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên enternasyonalîst ên li Bakur û Rojhlatê Sûriyê bi daxuyaniyekê komkujiya gundê Helince yê Kobanê ku ji aliyê dewleta Tirkk ve pêk hatibû, şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker dan.

Jinên enternasyonalîst her sê jinên ku di êrîşa li ser gundê Helincê de şehîd bûn bi bîr anîn û diyar kirin ku “ji şehadeta her têkoşereke jin, rê li ber sedan jin tê vekirin da ku beşdarî têkoşîna azadiyê bibin”.

Di daxuyaniyê de hat gotin, komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê 25’ê Hezîrana 2015’an li bajarê Kobanê pêk anîbû û komkujiya 23’yê Hezîranê li hemberî hersî jinan, ne tesaduf e.

Jinan di daxuyaniyê de got:

Em weke jinên enternasyonalîst bang li dadgeha navneteweyî dikin ku lêpirsînekê derbarê komkujî û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî sivîlên Sûrî de veke.

Jinên enternasyonalîst eşkere kirin ku “ew têkoşîna gelê li vir wekî têkoşîna gelê xwe dibînin û wê serketin jî ya hemû gelan be.”

Back to top button