Elî Kerîmî: Eger desteka navxweyî ji bo Tirkiyê nebûya, wê nekarî êrîş bikira

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir ku, eger desteka navxweyî ji bo dewleta Tirk nebûya, wê bi tenê nekarî êrîşî Başûrê Kurdistanê bikira.

Elî Kerîmî got:

“Ji bo Iraqê ne girîng e ku dewleta Tirk êrîşî Kurdan bike.

PDK jî ji bo wê hevkariyê dike û cihên stratejîk pê dide dagirkirin”.

Elî Kerîmî her wiha anî zimên ku ji par ve, lihevkirina Hewlêr bi Bexdayê re heye ku hikumeta navendî sînor biparêze. Ew jî tenê li ser kaxezê maye.

Hikumeta Başûrê Kurdistan û ya Iraqê, heta niha helwesteke cidî der barê êrîşên Tirkiyê de nîşan nedaye.

Herî dawî, Wezareta Derve ya Iraqê 2 nameyên nerazîbûnê radestî Balyozê dewleta Tirk ê li Bexdayê kiribûn ku operasyona xwe rawestîne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bersiva wê da û teqez kir ku ew ê operasyonên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê bidomînin.

Back to top button