Berpirsiyarên Amerîkî: Komên girêdayî Îranê mûşekeke Katyûşa avêtin balafirgeha Bexdayê

Berpirsiyarên Amerîkî ragihand ku mûşekeke Katyûşa ber bi balafirgeha Bexda ya navneteweyî û nêzî cihê hêz û dîplomatên Amerîkî ve hate berdan. Di encamê de ti ziyan çênebûn.

Berpirsiyarên Amerîkî, komên Îraqî yên girêdayî Îranê bi vê êrîşê tawanbar kir.

Li gorî berpirsiyaran, di nava mehekê de, ev êrîşa bi mûşek, a 7an e.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqî jî da zanîn ku, Fermandariya Operasyonên Bexdayê, agahiya ketina ti mûşekekê nebihîstiye.

Ji bo parastina herêma Kesk a ku balyozxaneya Amerîkî lê ye jî, Artêşa Amerîkî hawan û mûşekên dij-mûşek lê bi cih kirine.

Back to top button