Komîteya Tev-Çandê ya PKK’ê dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî bi bîr anî û diyar kir ku “bi stranên xwe wî dengbêjî bi ciwan û nifşê nû da hezkirin û ji bo ku dengbêjên ciwan bi pêş bikevin jî, kedeke mezin da.”
Komîteya Tev-Çandê ya PKK’ê anî ziman, Dengbêjê nemir Seyîdxanê Boyaxçî di temenê xwe yê dirêj de wekî mirovekî sade û bi keda xwe jiya û ji bo çand û hunera gelê Kurd mayînde bibe, kar û xebateke mezin meşand.
Tev-Çandê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku Seyîdxanê dengbêj tenê nedistira, di heman demê de ji bo ew çanda gelê Kurd a kevin her bijî jî, çi ji dest dihat, kir.
Tev-Çandê got:
Seyîdxanê dengbêj bi stranên xwe dengbêjî bi ciwan û nifşê nû da hezkirin û ji bo dengbêjên ciwan bi pêş bikevin jî bû xwedî kedeke mezin.
Herî dawî jî Tev-Çandê sersaxî ji tevahî gelê Kurd re xwest
Seyîdxanê Boyaxçî duh li mala xwe ya li Amedê koça xwe ya dawî kir.