Ji ber sûcên qirkirinê, li KE û DMME giliyê Tirkiye hate kirin

18 rêxistinên civakî yên navneteweyî ragihandin ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcê qirkirinê kirine. Rêxistinan, li Konseya Ewropayê (KE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) giliyê Tirkiyê kirin.

18 rêxistinên civakî yên sivîl ên li qada navneteweyî li dijî binpêkirina mafên mirovan kar dikin, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Serokatiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê (KE) re nameyek şandin û êriş şermezar kirin.

Di nameyê de işaret bi bûyerên binpêkirina mafên mirovan ên piştî êrişên dagirkeriyê, hate kirin.

Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Awûstûryayê, Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Sûrîyê û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li Ewropayê mohra xwe danîn binê nameyê.

Di nameyê de bal hat kişandina li ser hovîtiya dewleta tirk û çeteyêwê û wiha hat gotin:

Enqere û çeteyên Enqereyê li pêşiya vegera sivîlan a li malên xwe dibin asteng.

Diziyê, talan, şêlandina bi zora çekê dikin, mal û milkan desteser dikin.

Sivîlan direvînin, daristanan dişewitînin, goristanan û sembolên çandî xera dikin.

Hate ragihandin ku ev kiryar hemû di raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Komîsyona Lêpirsîna Sûriyê ya Navneteweyî ya Serbixwe de hatine piştrastkirin.

Di nameyê de ev agahiya ku di rapora meha Mijdara 2019’an a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan de hate ragihandin, hate parvekirin:

“Komên alîgirê Tirkiyeyê nahêlin ku Kurdên Sûriyeyî li malên xwe vegerin, mal û milkên Kurdên Sûriyeyî desteser dikin û dagir dikin.”

Back to top button