Karmendên Başûrê Kurdistanê 5 mehe mûçeyên xwe negirtine

Her ku diçe qirîza aborî ya başûrê Kurdistanê kurtir dibe.

Careke din Polîsên trafîkê û karmendên ku daxwaza dayîna mûçeyê xwe dikin, li Silêmaniyê meşiyan û çûn ber derê ofîsa parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê.

Karmendan bi daxuyaniyeke bang rayedaran kirin ku pirsgirêka wan çareser bikin.

Çalakiyên ji ber nedayîna mûçeyan yên li başûrê Kurdistanê dewam dike.

Polîstên Trafîkê careke din ji bo dayîna mûçeyan meşiyan û çûn ber derê Ofîsa Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê.

Xwepêşanderan di meşê de bê navber dirûşemeya ‘Birûxe diz’ berz kirin.

Endamê parlamentoya Herêma Kurdistanê Soran Umer yê li ser firaksiyona Komeleya Îslamî, li ber derê ofîsa parlamentoyê axivî û got:

“Tiştek bi navê Parlamentoya Kurdistanê nemaye.

PDK bi ser dahata neft û hemû aliyên din de girtiye.

Bi awayek bê minet jî hikumraniyê dike û pirsgirêkên gel yên aborî çareser nake.”

Soran Omer bang li xelkên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember kiryarên PDK’ê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bilintir bikin.”

Tevî ku kêmkirine jî ev 5 mehe mûçeyên karmenda nayê dayîn.

Back to top button