Hevserok û hevşaredar di nav de, polîsan 9 kes li Êlihê binçav kirin

Hevşaredar û Hevserokê HDP’a Êlihê dinav de, 9 endamên Meclîsa Şaredariyê hatin binçavkirin.

Civînên Melcîsa Şaredariya Êlihê ku ji ber vîrûsa Coronayê hatibû taloqkirin ji nûve dest pê kir.

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî xwestin biçin beşdarî civînê bibin.

Polîsan beşdariya wan li ber avahiya şaredariyê asteng kir.

Li gel astengiyan jî endamên Meclîsê xwestin bikevin avahiyê.

Polîsan êrîşî wan kir, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û Hevserokê Rêxistina HDP’a bajar Omer Kûlplû jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.

Back to top button