Rûsya welatiyên li herêma hikûmeta Şamê bi çek dike û dişîne şerê Lîbyayê

Rûsya û Tirkiyê qaşo ji bo kêmkirina şerê li Sûriyê garantor in, lê welat û welatiyên Sûriyê ji bo berwendiyên xwe bikartînin.

Mînaka vê ya herî şênber jî Lîbya ye.

Tirkiyê heta niha zêdeyî 15 hezar çeteyên xwe ji Sûriyê şandiye Lîbyayê.
Rûsya jî welatiyên li herêmên hikûmeta Şamê bi çek dike û dişîne şerê Lîbyayê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku Rûsya li Dera, Suweyda, Hums, Hesekê, Hema û Dêra Zorê welatiyê Sûrî bi çek dike û dişîne şerê Lîbyayê.

Rûsya, sûdê ji rewşa kambax a aborî ya li Sûriyê digre û vê yekê jî ji bo welatiyên ku rewşa wan ya jiyanî xirabe bişîne Lîbyayê weke fersend bikartîne.

Li gorî çavdêriya Sûrî heta niha hejmara çekdarên Sûrî yên ku bo Lîbya hatine şandin gihîşt 2700’î.

Çekdar mehane ji şirketên ewlehiyê yê Rûsî bi navê Wagner Group 1000 dolarê Amerîkî dîstinin.

Back to top button