ŞERVANÊN QSD’Ê RÊYÊN DAWÎ YÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê QUT DIKIN

Di çarçoveya qonaxa dawî ya pêngava bagera Cizîrê de şervanên QSD’ê derên xurt li çeteyên DAIŞ’ê dide.

Şervanên QSD’ê ji bo rizgarkirina herêmên dawî yên di bin tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê de pêşdeçûna xwe didomînin.

Şervanên QSD’ê ku derbên mirinê li çeteyan didin ji bo rizgarkirina sivîlên herêmê jî oparasyonên taybet pêk tînin.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê jî doh di daxuyaniya xwe de ragihandibû 71 çete hatine kuştin û 83 baregeh hatin rûxandin.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya YPG’ê jî dimenê çek û cebilxaneya çeteyan ku ketiye destê şervanan weşand.

Leave a Reply

Back to top button