Çalakiya nobeta “Azadî ji Ocalan re” di hefteya 420’an de ye

Çalakiya nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê di hefteya 420’an de didome.

Vê hefteyê, komek ji çar kesan ji bajarê Prozheîmê û derdora wê dest bi çalakiyê kir.

Berdevkê komê destnîşan kir ku rêber Ocalan yekane navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd e û diyar kir ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de, divê sekneke hîn bi-biryar nîşan bide.

Çalakiya ‘Nobeda Azadî ji Ocalan re’ 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kiribû.

Di nava 420 hefteyên derbasbûyî de kesên nobet girtine nûnerên saziyên Kurd, Şoreşgerên Ewropî û Tirkiyeyî jî piştgirî dan çalakiyê.

Back to top button