Li Nîjerya 15 çotkar bi guleyên çekdaran hatin kuştin

Polîsa Nîjeryayê ragihand ku li eyaleta Katsîna ya li bakurê welêt, di encama êrîşeke çekdarî ya komeke dizên sewalan de, 15 cotkar hatin kuştin.

Berdevkê Polîsa Nîjeryayê Gambo Îsa ji ajasna Fransî AFP re eşkere kir ku, nêzî 200 çekdarên li ser motorsiklêtan, êrîşî gundê Yar Gamcî ku 25 KM dûrî bajarê Katsînayê ye kir.

Meha borî jî, li heman eyaletê, 57 kes bi guleyên çekdaran, hatibûn kuştin.

Li Borkîna Faso di nav de serokê şaredariyekê, 8 kes hatin kuştin

Her wiha li Borkîna Faso jî, di encama êrîşeke çekdarî de, 8 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku çekdaran, karwana serokê şaredariya bajarokê Bînsa yê li bakurê welêt kir armanc.

Çavkaniyan eşkere kir ku serokê şaredariyê, 5 leşker û 3 sivîl, di vê êrîşê de hatin kuştin.

Ji sala 2015’an ve, di encama êrîşên çekdarî li Borkîna Fasoyê de, bêhtirî 850 kes hatine kuştin û nêzî 840 hezar kes jî koçber bûne.

Back to top button