Cîhad Umer: Em hewl didin çareseriya siyasî misoger bikin

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Cîhad Umer diyar kir ku ew xebatên serxistina diyaloga Sûrî-Sûrî temam dikin û di meha Îlonê de wê kongreyekê li dar bixin da ku nûnertiya pêşeng a têkoşîna demokratîk li Sûriyê bike û planeke stratejîk ji bo Sûriyeke pêşerojê û rengê komîteya amadekar deyne.

Alî û hêzên demokratîk ên Sûriyê û MSD hewl didin kongreyekê li dar bixin da ku nûnertiya pêşeng a têkoşîna demokratîk li Sûriyê ava bikin.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Cîhad Umer, derbarê lidarxistina kongreyê de ji ajansa Hawarê re axivî.

Cîhad Umer diyar kir ji bo pêkanîna kongreyê, wan 7 komxebat li dewletên Ewropayê, civînek jî di asta giştî de bi beşdarbûna kesayetên cuda ji Sûriyê li dar xistine.

Cîhad Umer: Wê ev kongre nûnertiya pêşeng a têkoşîna demokratîk diyar bike

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî yê MSD’ê da xuyakirin ku ew bi vê kongreyê armanc dikin nûnertiya pêşeng a têkoşîna demokratîk li Sûriyê bi beşdariya hemû hêzên demokrat bi pêş bixin.

Têkildarî kongreya ku hewl didin li dar bixin, Umer wiha axivî:

“Di dîroka 8 û 9’ê Sibata Îsal de civînek li Burkselê li dar ket. Di encamê de komîteyek amadekar hate avakirin.

Komîte jî ji 19 endamên ji hundir û derveyî Sûriyê, gelek rêxistin û MSD’ê pêk tê.

Tevahî xebatên komîteyê wê li ser esasê têkiliyan bi kesên ku dixwazin beşdarî kongreyê bibin e.

Komîte xwe dispêre du pransîbên sereke, yek; hemû kesayet, hêzên demokratîk û kesên vê nêrînê qebûl dikin, tevlî xwe bikin.

Du; komîte wê li ser esasê xebata navneteweyî û dewletên ereb bixebite.

Cîhad Umer: Wê kongre di dawîya meha îlonê de pêk were

Cîhad Umer eşkere kir ku li gorî hatiye plankirin, kongre wê di dawiya Îlona îsal de were lidarxisitn û bi navê komîteya amadekar axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Divê hemû rêxistin û kesayetên demokratîk ên ku tevlî vê kongreyê bibin, piştgiriyê bidin kongreyê.

Em di wê baweriyê de ne ku ev gav bi piştgiriya gel û civakê wê bi ser bikeve.

Ji ber çareseriya tekane ya avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye ku mafên gel mîsoger bike.”

Back to top button