KCDK-E: EM Ê 12’Ê ÇILE HESAB JI KUJERAN BIPIRSIN

Di salvegera komkujiya Parîsê de ku tê de 3 jinên Kurd ên şoreşger şehîd bûn, Kurdistaniyên li Ewrûpayê xwe ji bo meşeke mezin amade dikin.

Meş wê 12’ê Çile li paytext Parîsê pêk were.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê bang li her kesî kir ku, wê rojê hesab ji kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Layla Şaylemez bipirsin.

9’ê Çileyê sala 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê, bi fermana MÎT’a Tirk 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bûn.

Ji wê rojê ve her salê Kurdistanî di salvegera Komkujiyê de kujer û berpirsiyarên komkujiyê şermezar dikin.

Bi vê armancê 12’ê Çile wê li Parîsê meşeke mezin pêk were.

Têkildarî mijarê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê daxuyaniyek da.

Dîwana Hevserokatiya Kongrê diyar kir ku ew ê 12’ê Çile li meydanên Parîsê komkujiyê protesto bikin û wiha got:

Li gel şermezarkirina komkujiya 9’ê Çile, em ê wê rojê li dijî dagikeriya dewleta Tirk jî dengê xwe bilind bikin.

Rêjîma Tirk ji bo têkbirina tevgera azadiya ya gelê Kurd, 9’ê Çile êrişî 3 pêşengên me ên jin kir. Di dewama van siyasetên xwe ên qirêj de, li Roboskî û Efrînê jî komkujiyên hovane pêk anîn.

Ev rêjîma qirker ji bo armancên xwe bicih bîne, plan dike ku Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike.

Armanca sereke ya van êrişan, kuştina gelê Kurd e.

Bê goman, yekane kesê ku fermana van komkujiyan dide jî Erdogan e.

Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk ragihand ku ew ê di salvegera komkujiya Parîsê de, 12’ê Çile bi awayekî girseyî dakevin meydanan û ev bang li Kurdistanî û dostên wan kir:

Îro bi taybet li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinê şoreşa azadiyê birêve diçe. Dewleta Tirk a xwe li destketiyên gelê Kurd ranagire, bi êrişa li dijî jinê, di nava hewldanên dagirkeriyê de ye.

Ji bo em li hemberî dagirkirina Rojava bibin asteng û hêzên bidin şoreşa jinê, 12’ê Çile li Parîsê em ê dengê xwe li hemberî kujeran bilind bikin.

Wê rojê ji bo tecrîdkirina Rêber Ocalan jî were rakirin, em ê desteka xwe a ji bo berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên girevan birçîbûnê jî diyar bikin.

Bi vê armancê, em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku 12’ê Çile li Parîsê kom bibin.

Leave a Reply

Back to top button