Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ ragihand ku şervanê wan Omer Şêxo şehîd bûye.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyê şehîd eşker kir û got
Hevrêyê me Omer Şêxo di roja 5’ê Tîrmehê de di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd bû.
Hevrê Omer, ji têkoşîn û berxwedana gelê me ya li ser hîmê azadî û yekîtiyê bi dildarî bawer kir û heta henaseya xwe ya dawî li dijî her cure paşverûtiyê sekinî.
Şehîd Şêxo, erk û berpirsiyariya xwe bi serkeftî bi cih anî.
YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Şêxo re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.
Nasnameya Şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Omer Şêxo
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 5 Tîrmeh 2020