Şîraz Hemo: Dewleta Tirk hewl dide serweriya xwe li ser herêmê ferz bike

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo derbarê êrşîên dewleta Tirk a dagirker yên li ser jinan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji rêxistinbûna jinan ditirsin lewma wan dike armanc.Şîraz bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku destekê bidin hev.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan axivî.

Şîraz diyar kir ku dwleta Tirk hewl dide serweriya xwe li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûrî ferz bike da ku serweriya xwe li ser îradaye wê jî ferz bike.

Şîraz got:

Dewletên dixwazin serweriya xwe li ser herêmekê ferz bikin, destpêkê îradeya civakê dikin hedef, bi taybet heger ew civak rêxistinkirî be.

Şîraz Hemo destnîşan kir ku YPJ’ê li dijî dijminê herî mezin yê sedsala 21’an şer kir û wiha pêde çû.

Jinan rola xwe di kongreyên siyasê yên li derve de girt. Ji ber wê jî dewleta Tirk bi hemû şêwazan hewl dide nuqteya xurt di şoreşê de bike armanc.

“Dewleta Tirk ji hêz û rêxistina jinan ditirse”

Derbarê hedefgirtina gundê Helinc ê Kobanê Şîraz Hemo ev tişt bi lêv kir:

“Kobanê di qirika dewleta Tirk de kelemek e, ji ber wê jî ew bombebaran kir û 3 jinên pêşeng ên Kongra Star kir hedef. Ji kiryarên wan diyar dibe ku ew ji hêz û rêxistina jinan ditirsin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku helwesta xwe bikin yek û destekê bidin hev.

Her wiha Şîraz bang li rêxistinên cîhanî û navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, sînor ji siyaseta ku Tirkiye li dijî gelê Kurd dide meşandin, deynin.

Back to top button
Close
Close