JOHN BOLTON: HETA EM ÊRIŞA DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDAN ASTENG NEKIN EM Ê JI SÛRÎ DERNEKEVIN

Şêwermendê Ewlekariya Netewî ya Emerîkayê John Bolton dest bi gera xwe a ji bo Rojhilata Navîn kir.

Bolton beriya biçe Îsraîlê daxuyaniyek da û îdîa kir ku heta ew ewlekariya hêzên Kurdî li hemberî êrişa dewleta Tirk misoger nekin, ew ê ji Sûrî dernekevin.

Bolton bi van gotinan rêjîma Sûrî jî hişyar kir:

Bila rêjîm vekişîna hêzên me ji Sûrî weke rêdana bikaranîna çekên kîmyewî nebîne.

Di bin navê niqaşkirina pêvajoya piştî vekişîa hêzên Emerîka ji Sûrî, Şêwermendê Ewlekariya Netewî John Bolton li pey hev diçe serdana Îsraîl, Tirkiyê û Bakurê Sûrî..

Hat gotin, Bolton wê li bakurê Sûrî bi fermandarên QSD’ê û rêveberiya sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûrî re hevdîtinê pêk bîne.
Beriya biçe Îsraîlê, şêwermendê ewlekariyê daxuyaniyek da çapemeniyê..

https://www.rt.com/news/448180-us-military-wont-leave-syria/
Şêwermendê Ewlekariyê têkildarî gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk jî ev hişyarî da:

Heta em astengkirina êrişa dewleta Tirk li dijî hêzên Kurdî misoger nekin, em ê ji Sûrî dernekevin.

Bolton îdîa kir ku serokê Emerîka gotiye, ew ê qebûl nekin ku hevkarên wan li Sûrî bi xeteriya êrişê re rû bi rû bimînin.
DIVÊ VEKIŞÎNA HÊZÊN ME WEKE RÊDANA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMAWÎ NEBÎNIN
Joh Bolton di daxuyaniya xwe de rêjîma Sûrî hişyar kir û wiha got:

Di mijara dijberiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rêjîma Sûrî ve, teqez ti guhertin di siyaseta Emerîkayê de tine ye.

Eger piştî vekişîna hêzên me, hewl bide çekên kîmyewî bikar bîne, wê bersiva Emerîka pir dijwar be.

Leave a Reply

Back to top button