Li Başûrê Kurdistanê agahiya rêxistinan ji rewşa jinan tune ye

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Jinan û Malbatê ji meha Cotmeha sala 2019’an ve bîlançoya tundiya li dijî jinan eşkere nekiriye, bîlançoya herî dawî hatî parvekirin bilançoya sala borî bû.

 

Wezîrê Hundirîn yê Herêma Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed piştî hevdîtina li gel Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Jinan û Malbatê parvekirina bîlançoya tundiya li dijî jinan qedexe kir.

Tu rêxistinên jinan jî agahiya wan ji bîlançoya tundiyê nîne û tu dane parve nakin.

Li gorî agahiyên ji Saziya Rêxistinên Ne-hikûmî hatine girtin li Herêma Başûrê Kurdistanê 4 hezar û 514 rêxistinên navxweyî û biyanî hehen.

Nêzî 280 rêxistinan di warê jinan de kar dikin.

Ev rêxistinên jinan bîlançoya tundiya li dijî jinan kom nakin.

Sekreta Yekîtiya Jinên Kurdistanê Seyran Rûstem diyar kir ku bîlançoyê ji Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Jinan û Malbatê, dadgeh û polîs werdigirin û got:

Bîlançoya tam a sala borî û ya 6 mehên îsal ên borî nehatiye parvekirin.

Yek ji van rêxistinan jî bertekê nîşan nadin.

Berpirsa Rêxistina Rewşenbîrî û Civakî ya Xan-zad Perêz Sabîr jî destnîşan kir ku rewşa niha, tundi bi xwe re zêde kiriye.

Çalakvana Jin Sana Rehman ku nêzî 5 salane li rêxistinan kar dike, rêxistinên hene rexne kir û got:

Eger axaftinên xwe ve-gerandina pratîkê wê gelek pirsgirêk çareser bikirna.

Li gorî bîlançoya Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Jinan û Malbatê di sala 2016’an de 7 hezar û 124 bûyerên tundiya li dijî jinan hatin kirin: hebûn.

Di 2017’an de ev rêje giha 9 hezar û 682 bûyeran.

Di sala 2018’an de 7 hezar û 566 bûyer pêk hatibûn, di nava 9 mehên sala 2019’an de ev rêje gihîşt 8 hezar û 887 bûyeran.

Back to top button