Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê: Tûrê nanê siyahî bû 500 lîre Sûrî

Bi bilindbûna dolarê Emerîkî û xistina Lêreya Sûrî, bûhayê pêdiviyên jiyanî bilnd bû. Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê buhayê tûrê nanê siyahî bi 500 lîreyên Sûriyê diyar kir.

Hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê îro di biryar-nameyekê de, buhayê tûrê nanê siyahî eşkere kir.

Di biryarnameyê de ev agahî hate parvekirin:

”Ji ber rewşa heyî û buhabûna çêkirina nanê siyahî, tûrê nanê siyahî yê 700 gram, bi 500 lîreyên Sûriyê hate diyar-kirin.

Back to top button