
Di encama çalakyên gerîla yên li herêmên Heftenîn û Zagrosê de herî kêm 2 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker lidarxistin daxuyaniyek weşand û ev agahî parvekir:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de, 6’ê Tîrmehê gerîlayan li Girê Şehîd Adar li dijî artêşa Tirk çalakiyeke sekvaniyê kirin û leşkerek hat kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de jî gerîlayan derbên xurt li dagirkeran dan.
5’ê Tîrmehê gerîlayên YJA Starê li qada Çarçella ya herêma Zagrosê çalakiyek sekvaniyê kirin û leşkerek hat kuştin.”
HPG’ê ragihand ku 6’ê Tîrmehê jî gerîlayan li Çelê ya Colemêrg û Elbaka Wanê çalakiyên bi bandor pêk anîne, lê têkildarî kuştî û birîndarên dewleta tirk de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.