Washington bi awayekî fermî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî vekişiya

Serokê Amerîkayê Dunald Trump bi awayekî fermî der barê vekişîna DYA`yê ji Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê de, Kongres agahdar kir.

Senatorê demokratîk Robert Menendez bi rêya Twitterê diyar kir ku Congress  agahînameyeke fermî derbarê vekşîna Amerîka ji Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanî ji serokê welêt Donald Trump girtiye.

Menendez Trump rexne kir û got ku ew berjewendiyên Amerîka û jiyana welatiyên Amerîkî naparêze.

Serokê Amerîkayê Dunald Trump di dawiya Gulana borî de vekişîna DYA`yê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihandibû.
Trump diyar kiribû ku WHO`ê daxwazên Amerîkayê yên têkildarî sererastkirina rêxistinê, bi cih nayne.

Trump her wiha WHO’yê bi piştgiriya bi Çînê re tewanbar kir û got bi awayekî ne rast nêzî aloziya Koronavîrusê bûye.

Back to top button