Ji ber êşkenceya çeteyan, sivîlek ji Efrînê jiyana xwe ji dest da

Li Efrîna dagirkirî, di girtîgeheke çeteyên dewleta Tirk a dagriker de, sivîlek ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku sivîlê bi navê Ebdul Rehman Îbiş Beko di girtîgeheke çeteyên dewleta Tirk de ji ber êşkenceyê, jiyana xwe ji dest da..

Li gorî agahiyan, Ebdul Rehman ji navçeya Şêrewa, bavê 3 zarokan û xwediyê xwaringehekê bû..

Ebdul Rehman gulana 2020’an ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin..

Di meha Hezîrana borî de jî, çeteyên dewleta Tirk 33 sivîl ji Efrînê revandibûn.

Çeteyan li gundê Elqîna yê li herêma Efrînê malek şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe di hovîtîya xwe ya li Efrînê de, ti sînoran nas nakin.

Li gundê Elqîna yê di navbera herêmên Efrîn û Ezazê yên dagirkirî de, çeteyan mala gundiyekî, şewitand.

Malpera Afrinpost da zanîn, ji ber berteka şêniyan ya li dijî kirayarên çeteyan, ew mal şewitandin.

Beriya bi çend rojan jî, li gundê Firêriyê yê Cindirêsê ji ber berteka şêniyan, çeteyan êrîşî gund kir û bêserûber gule li şêniyên gund reşandin.

Di encamê de 3 welatî birîndar kirin.

Back to top button