Li Ukraynayê 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn

Li Bajarê Lugansk ê Ukraynayê agir bi daristanekê ket û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Desteya Rewşa Lezgîn a Ukraynayê, duh saet 13.00’an, agir bi daristaneke gundê devera Lugansk li rojhilatê Ukranyayê ket.

Ji ber bayê zêde agir zû belav bû û ziyan gihişt 110 malên li hawîrdorê.

Serokê dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenski, ji bo agir zû were vemirandin, bi awayekî awarte bi rayedarên hikûmetê re civiya.

Bihara borî jî, şewat li gelek daristanên li derdora stasyona Chernobyl a nuklerî derket û hişt îsal Ukrayna bibe cihê herî qirêj li cîhanê.

Back to top button