Rûsya û Çînê derbaskirina alîkariyê ji bo Sûriyê veto kir

Rûsya û Çînê careke din derbaskirina alîkariyê di derîyê sînor re ji bo Sûrîyê veto kir..
Li gorî dezgehên ragihandinê jî, Rûsya yekser pêşnûmeyek ji bo derbaskirina alîkariyê di derîyekî di bin dagirkeriya Tirkiyê de pêşkêş kir..

Rûsya û Çînê careke din li hemberî derbaskirina alîkariyê di derîyê sînor bo Sûriyê veto kir..

Duh pêşnûmeya Belçîka û Almanya de hat gotin ku,

“Divê dema derbaskirina alîkariyê ji bo Sûriyê heya salekê di 2 derîyên sînor re dirêj bibe” li Meclisa Ewlekariyê ket dengdanê, lê ji ber vetoya Rûsya û Çînê nehat pejirandin.

Lê belê 13 endamên Meclîsê pêşnûmeya Almanya û Belçîka erê kir..

Di danûstandinan de, Rûsya xwest ku dem heta 6 mehan dirêj bibe û tenê alîkarî di yek derîyê di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker re derbas bibe..

Rûsya wê pêşnûmeyê îşev bikev dengdanê..

Ev daxwaza Rûsyayê a vekirina derî, rewakirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Mike Pompeo: Çîn, Rûsiya û hikûmeta Şamê destûr nadin alîkarî derbasî Sûriyê bibe

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ragihand ku Çîn, Rûsiya û Hikûmeta Şamê destûr nadin ku alîkariyan derbasî Sûriyê bikin.

Tê payîn ku Rûsya pêşnûmeyê îşev bixe dengdanê..

Ev daxwaza Rûsyayê a vekirina derî, rewakirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

DYA: Rûsya û Çîn li dijî bi miloynan Sûrî ne

Piştre DYA’yé, Rûsya û Çîn bi bikaranîna Meclisa Ewlekariyê li dijî milyonan Sûrî, tawanbar kir.

Bi vê re tekane deriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî Til Koçer, girtî dimîne.

Li herêmên Rêveberiya Xweser, tevî koçber û penaberan, derdora 4 heta 5 milyon mirov dijîn û ew ji hemû alîkarîyan bê par in.

Ji ber hemû derî di destên hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ne, lewra alîkariyên mirovî naghêjin niştecihên herêmê.

Back to top button