Kevana Zêrîn çalakiya hefteya çandê bi dawî kir

Çalakiya hefteya çandê ya Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê li navçeya Ehresê ya Şehbayê bi dawî bû.

Tevgera Kevana Zêrîn 8 rojan çalakiyên hefteya çandê li dar xist.

Di roja dawî de gelek çalakî hatin pêşkêşkirin.

Yek jê endama yekîtiya rewşenbîran Evîn Mihemed helbest xwend, koma Şehîd Berçem jî stran gotin.

Koma Viyan Soran, Şehîd Heyfa û Koma Ronahî ya Zarokan dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

Çalakî bi stranên zarokan a Koma Şehîd Rohînda bi dawî bû.

Back to top button