Li Îzmîrê bi îdîaya “propaganda û endamtiya rêxistinê” 5 kes di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê polîsên AKP’ê danê sibê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinan de, 5 kes bi îdîaya “propaganda rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Kesên binçavkirî birin Mudîriyeta Emniyetê ya li navçeya Çankayayê.
Roj nîne ku polîsên AKP’ê bi ser malan de negirin û kesan binçav nekin.