Hêzên hikumeta Şamê careke din êrîş bir ser Cebel Zawiyê û 8 bajaork û gundên wê bomebaran kirin..
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh piştî nîvê şevê, hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran devera Riwêha, Benîn û Dêr Sinbul li başûrê gundewarê Idlibê kirin armanc.
Her wekî deverên Fitêra, Filfil û Kensfera yên heman gundewarî jî dan ber topan..
Çavdêriya Sûrî her wiha ragihand ku duh êvarî hêzên hikumetê eniyên “Girên Kebana” li Cebel el-Ekrad li bakurê gundewarê Laziqiyê jî topbaran kirin.