Michael Rubin: Gotina terorê ji PKK’ê bêhtir li Tirkiyê tê

Lêkolîner Mîchael Rûbîn ku rayedarekî Pentagonê bû, xwest hebûna PKK’ê di ‘lîsteya rêxistinên terorê’ de ji nû ve bê nirxandin û got, “Pênaseya terorîst ji PKK’ê, bêhtir li Tirkiyê tê.”

Rûbîn anî ziman “Divê DYE bi lezgînî hebûna PKK’ê di lîsteya (rêxistinên terorîst) binirxîne” û destnîşan kir ku, agahiyên Tirkiyê têkildarî PKK’ê ku bi salan pêşkêşî DYE’yê kirin hemû derew û sexte ne.

Rûbîn, xwest têkiliyên bi Tirkiyê re jî ji nû ve bên nirxandin û got:

“Endamê NATO’yê be yan jî nebe, pênaseya terorê ji PKK’ê, bêhtir li Tirkiyê tê.”

Mîchael Rûbîn bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li dijî tundiya li Sûriyê û got, “Kurd hevkarê DYE’yê ne, xwedî heman armancê ne û ne terorîst in.”

Li ser Nûnerê Taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey jî û rola wî di dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê de, Rûbin, bi rengekî giran ew sûcdar kir û anî ziman ku,

“Jeffrey ne tenê rê da qirkirina etnîkî, di heman demê de derfet da Erdogan ku sînorên Tirkiyê biguherîne.”

Mîchael Rûbîn destnîşan kir, ku Tirkiyê herêmên bi navê ‘herêma ewle’ dagir kirine û veguherandiye qadeke terorîstan.

Back to top button