Berpirsekî Îranî: Venêrînerên Ajansa Navneteweyî ya Enerijiya Atomî li dû bûyerê ne

Endamê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya parlamena Îranê Cewad Kerîmî Qedûsî, diyar kir ku venêrînerên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî li dû teqîna Netnezê ne.

Cewad Kerîmî bêyî ti delîlan bide, da xuyakirin ku bûyera Netenz ji ber ku venêrînerên Ajansê agahiyên girêdayî dezgehê pêşkêşî Îsraîlê kiribûn, rû da.

Serokê Meclisa Şûra Mihemed Baqir Qalîbaf jî bi daxuyaniyekê gef li Ajansa Enerjiya Atomî xwar û got:

“Em nahêlin Ajans, di komkirina agahî û sîxurtiya ji dewletên dijmin re, serbest û azad be.”

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Rebîî her wiha teqez kir ku, wê Îran bersiva guncaw bide, eger bûyer ji aliyê hin kesan ve pêk hatibe.

Rayedarên Îranê destpêkê hewl da ku girîngiya teqîna Netnez û ziyanên wê kêm bikin.

Lê bi belavbûna wêneyên setelaytan re, rayedaran da zanîn ku sedema bûyerê ji ber sedemên ewlehîyê niha eşkere nakin.

Pêncşema borî, dezgeha Netenz a nuklerî hat şewitandin û ziyanên mezin çêbûn, lê heya niha sedema wê nehatiye diyarkirin.

Back to top button