Waşington wê rêzecezayên nû li hin kes û dezgehan bibire

Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Joel Raborn ragihand ku, li gorî qanûna Qeyser, Waşington wê rêze-cezayên nû li hin kes û dezgehan bibire.

Joel Raborn diyar kir ku hevalbendên Amerîkayê jî wê para xwe ji van cezayan bibînin û destnîşan kir ku çi kes an jî dezgeh ku danûstandinê bi hikumeta Şamê re dike, wê rasî cezayan were.

Raborn diyar kir ku armanca qanûna Qeyser, cezakirina rejîma Sûriyê û alîgirên wê, ne cezakirina gelê Sûriyê ye.

Raborn her wiha destnîşan kir ku Rûsya dikare bandorê li hikumeta Şamê bike da ku li ser maseya danûstandinan rûnê û dest bi pêvajoya siyasî bike.

Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Joel Raborn da zanîn ku gelek barhilgir bi qaçaxî ji Libnanê derbasî Sûriyê dibin û dibe ku Libnan jî ji ber vê yekê were cezakirin.

Back to top button