Li Efxanistanê 3 polîs hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn

Li parêzgeha Qendehar a başûrê Efxanistanê, di encama teqîna barhilgireke bombebarkirî de, 3 polîs hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Çavkaniyeke ewlehî ji televizyona Efxanistanê re diyar kir ku barhilgireke bombebarkirî, navenda polîsên Qendeharê kir armanc.

Berdevkê serwerê parêzgeha Qendeharê Ehmed Behr Ehmedî eşkere kir ku, agahiyên istixbaratî, beriya teqînê ji wan re hatibûn.

Ehmedî da zanîn ku dema hatina barhilgirê, hêzên ewlekariyê ew gulebaran kir, lê ji bêr teqîn pir bi-hêz bû, ziyan gihişt odeyên navenda polîsan.

Çavkaniyeke xwecihî teqez kir ku rêveberê navenda polîsên Qendeharê jî birîndar bûye, lê Ehmedî ev yek red kir.

Heta niha ti aliyekî, berpirsyartiya teqîne negirtiye ser xwe.

 

Back to top button