HEJMARA BIRÎNDARÊN ERDHEJÊ GIHAŞT 75 KESÎ

Hejmara birîndarên erdheja duh ya bajarê Gêlan a Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê rudaye gihişte 75 kesî.

Erdhej bi dijwariya 5.9 pêk hat.

Erdhej li bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî hate hîs kirin.

Li gorî rêjeya destpêkê ya Zankoya Zanistên Bijîşkî heya niha hejmara birîndarên Gêlanê gihîştiye 75 kesan.

Li ser ziyanên erdhejê jî heya niha ne qeymeqamê bajarê Gêlanê û ne jî waliyê Kirmanşanê ti daxuyaniyek ne dane.

Ji par ve ev cara 5’a ye ku û di meha Kanûnê de redhej li Kirmaşanê çêdibe.

Ev jî dibe sedem ku guman çêbibe ku ev erdhej ne xwezayî bin.

Leave a Reply

Back to top button