Meclisa Jinan a HDP’ê bernameya 14 û 17’ê Tîrmehê eşkere kir

Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya Hevdîtinên Demokrasiyê de wê dakevin qadan.

Her wiha li Amedê bi dirûşmeyên ‘Hevdîtina mafê mirovan û hiqûqê’ û ‘li dijî şer bi rihê aştiyê’ wê çalakiyên cûda pêk bîne.

 

Hevserokên HDP’ê di 1’ê Hezîranê de belgeya helwestê ya ‘têkoşîna demokratîk’ aşkera kir.

Lingê yekemîn ‘Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ bû, meş 15 rojan dewam kir û li Enqereyê bi dawî bû.

Lingê duyemîn yê bernameyê ‘hevdîtinên demokrasiyê’ jî, di 7’ê Tîrmehê de li meclîsê bi daxuyaniyekê hat dayîn.

Di çarçoveya vê de wê li Amedê gelek hevdîtin û daxuyanî wê bên dayîn.

Di 14’ê Tîrmehê de li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê, wê daxuyaniya bi ser navê ‘hevdîtina hiqûq û mafê mirovan’ bê dayîn.

Pêkhateyên HDP, dayikên aştiyê û xizmên girtiyan wê tevlî bibin.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen der barê bernameya 14-17’ê Tîrmehê de axivî û diyar kir ku wê meclis bi gelên tune hatine hesibandin hevdîtinan pêk bînin û wiha got:

Em ê der barê girtîgehan de di 14’Tîrmehê de daxuyaniyekê bidin.”

Li ser êrîşên li dijî Rojava û Herêma Başûrê Kurdistanê Hulayayê destnîşankir ku ew van êrîşan qebûl nakin û wê di 17’ê Tîrmehê de wê der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin.

Her wiha wê qetilkirina sê jinên Kurd ên li Kobanê bên şermezarkirin û polîtîkayên aştiyê yên HDP’ê bên ziman.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulyayê di dawî de ev tişt got:

Di du mehên dawî de binçavkirin û girtin li hember jinan zêde bûne. Li dijî vê jî wê jin têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.

Di 10’ê Tîrmehê de wê serdana gorên Vedat Aydin û kesên hatin kuştin bê kirin.

Di 20’ê Tîrmehê de jî wê gorên kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane bên ziyaretkirin.

Back to top button