
Jinên ciwan ên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Ewropayê, Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ragihandin.
Civîn bi dirûşma “Bi ruhê Ronahiyan têkoşîna dîrokî -TÊKO-JIN” hate lidarxistin.
Komîteya ji 15 jin ên ciwan piştî civîna 2 rojan bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevgera TÊKO-JIN ragihand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Şerê navbera sîstema demokratîk û sîstema kapîtalîst, di şexsê Gelê Kurd û Rêber Apo de di bin zexta qirkirina çandî û fîzîkî de ye.
Bi taybetî di şexsê jin û ciwanan de dixwazin çand, dîrok, civakîbûnê ji holê rakin.
Li dijî polîtîkayên tunekirinê yên modernîteya kapîtalîst, pêwîste civak bi rengê şerê gel ê şoreşgerî têbikoşe.
Li ser van bingehan di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de em Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer ‘TÊKO-JIN’ radigihînin.
Li ser vê paradîgmayê xwe li dijî her şêweyên faşizm û desthilatdariyê bi rêxistin dikin.
Li ser vê bingehê TÊKO-JIN rengê jinê yê ciwan e, TÊKO-JIN dengê jinan ên ciwan in.”